Sibat 14, 2026 17:30 Asia/Tehran
  • Nakokîya di navbera partiyên Kurd ên Iraqê li ser berbijarê serokkomartiyê berdewam dike

Di rewşekê de ku nakokiya di navbera partiyên Kurd ên Iraqê de li ser nasandina berbijarê serokkomartiyê hîn jî di rojevê de ye, endamekî Çarçoveya Hemahengiyê derbarê lidarxistina civîna parlemanê ya di demeke nêz de jibo hilbijartina serokkomarê nû yê vî welatî agahî da.

Udêy Abdulhadî, endamekî Çarçoveya Hemahengiyê eşkere kir ku endamên vê çarçoveyê yê di rojên pêşber de civînek girîng ji bo diyarkirina dema civîna parlemanê jibo hilbijartina serokkomar li dar bixin.

Wî her wiha got ku heta niha, ti liyêktêgihîştineke alîyên kurd li ser berbijarekî hevgirtî pêk nehatîye. Hevdem tora Sumariye ya Iraqê ragihand ku YNK u PDK li ser destnîşankirina berbijarekî ji bo serokkomartiyê û parvekirina postan di navbera her du partiyan de gihîştine rêkeftineke siyasî, lê ew ji ber sedemên siyasî wê eşkere nekin. Li gorî hin agahiyên hinek çavkaniyan, Nizar Amêdî berbijarê fermî yê YNK jibo serokkomartiyê wek berbijarê Kurdan didin nasandin.

 

Serepeyv