Amadebûna Kesayetên Herêma Kurdistanê di Merasîma 22`yê Behmenê de nîşana kûrahiya têkiliyan bi Îranê re ye
Şêwirmendê Çandî yê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê got: Beşdariya berfireh a kesayet û tevgerên curbicur ên Herêma Kurdistana Iraqê di merasîma salvegera serkeftina şoreşê de nîşaneya kûrahiya têkiliyên dîrokî û çandî yên di navbera gelê Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de ye.
Dawûd Hesenpûr, di merasîma bîranîna 47`emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê de ku bi amadebûna rayedar û kesayetên Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin, got: Danûstandinên çandî û zanistî di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê de di salên dawî de berfireh bûne û ev pêvajo dê bi hêz bidome. Di berdewamiya merasîmê de, Mihemed Hecî Mehmûd, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Iraqê, di axaftinekî de got: Şoreşa Îranê di serdemekê de bi ser ket ku rola dîn li herêmê ber bi lawazbûnê ve diçû; lê ev şoreş karî nasnameya olî zindî bike û bibîne. Merasîma bîranîna 47`emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê duh bi amadebûna nûnerên partî û komên Herêma Kurdistana Iraqê, herwiha nûnerên Êzidî, Kakeyî û Tirkmenên Silêmanî, Hewlêr, Mûsil, Helebçe û Kerkûkê li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.