Sibat 06, 2026 16:26 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê derhata meha Kanûna Duyem şand Bexdayê

Wezareta Darayî u Aborê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku derhata neniftî ya meha Kanûna Duyem a sala 2026ê xist hesabê Banka Wezareta Darayî ya Iraqê.

Wezareta Darayî u Aborê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku 120 Milyard Dînar ji derhata navxweyî jibo Hikûmeta Federal şand jibo ku Bexda miaşê karmendê Herêma Kurdistanê yê meha Kanûna Duyem bide.

Li Herêma Kurdistanê bilî ku miaşê meha Kanûna Duyem a sala 2026ê nehatîye dayîn, miaşê mehên Tişrîna Duyem u Kanûna Yekem ên sala 2025ê jî nehatîye dayîn u Wezareta Darayî u Aborê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çeverêyê şandina dirêv ji hêla Bexdayê va ye. 

 

Serepeyv