YNK: Posta Serokomartîyê emraza zextê ya PDK ji bo yekalîkirina postan li Herêma Kurdistanê ye
Serokê Fraksyona YNK li parlimana Iraqê got: Hilêxistina mijara posta Serokomartîyê ji hêla PDK va, zêdetir ji vîya ku hewlek jib o çareserkirina vê dosîyê be, emrazeke zexta sîyasî jib o dîyarkirina çarenûsa postên hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê ye.
Herêm Kemal Aga di hevpeyvînekê da got: PDK bi bidestxistina posta Cîgirîya Duyem a Serokê parlimana Iraqê mafê xwe jib o postên li Bexdayê wergirtîye, lewma posta Serokomartîyê divê ya YNK be, ji ber ku ev posta mafê qanûnî u sîyasî ya YNK ye.
Serokê Fraksyona YNK herwiha got: PDK li Bexdayê ji YNK dixwest ku bi wê ra hevdeng be u me jî ev yeka qebûl kir, lê balkêş e ku li Herêma Kurdistanê ev yekdengî u yekitîya nayê qebûlkirin u hewil tê dayîn ku pirranîya postên hikûmeta bê wek pawan bikevin destê partîyekê da.