Şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Hewlêrê dike
Sibat 01, 2026 18:30 Asia/Tehran
Şandeke payebilind ê Çarçoveya Hevahengiyê dê serdana Hewlêrê bike û bi Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.
Ebû Mîsaq Mesarî, endamê Polîtboroya Rêxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî, regehand ku biryar e şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Hewlêrê bike. Li gorî gotina Mesarî ev şand pêk hatiye ji Hadî Amirî, Mihemed Şiya Sûdanî û Muhsin Mendelawî û armanca sereke rêkeftina YNK û PDK ye li ser berbijarekî hevbeş jibo posta serokkomariya Iraqê. Biryar e ev şand hemen rojê seredana Silêmanî bike.