Di veguhestina desthilatê da li Sûrîyê kêmîne hatine kuştin u mafên merivan hatine binpêkirin
Sibat 05, 2026 19:50 Asia/Tehran
Rapora salê ya Zêrevana Mafên Merivan nîşan dide ku piştî desthilatdarbûna HTŞ di Kanûna sala 2024ê da, Sûrîye bi pêleke nû ya şîdet u komkujîya sivîlan ra rûbirû bûye.
Zêrevana Mafên Merivan ragihand ku di encama êrişên hêzên Colanî û hevpeymanên wî di Adar û Tîrmeha sala 2025ê da ser Elewî u Durzîyan, herîkêm 1400 ji wan di encama komkujîyan da hatine kuştinê.
Di raporê da amajeyî bûyereke diltezîn têkildarî Kobanîyê jî hatîye kirin ku di 16ê Adarê di encama êrişa bi xwofirê ser koneke da, 7 zarokên kurd, xwûşka hijdesalî ya wan u dê û bavê wan canê xwe ji dest dane.