Sibat 05, 2026 15:35 Asia/Tehran
  • Derbara kuştina biarmanc a nexweşên Penceşêrê li Xezzeyê da hişyarî hat dayîn

Rêvebirê Dezgeha Mafên Merivan a Zemîr`ê ji ber mêkanîzma nika ya vekirina derbasgeha Refehê bi tundî rexne kir u ew yeka kêrnehatî û bitaluke zanî û hişyarî da ku ev rêbaza bûye sedema jordaçûna bêmînak a hejmara candayîyên tûşbûyîyê Penceşêrê l iZîvala Xezzeyê.

Ela Sekafî got ku zêde ji 11 hezar nexweşên Penceşêrê li Zîvala Xezzeyê bi xetera rastî ya mirinê ra rûbirû ne. Wî pêgirî kir: Nika sedî 70yê depoyên dermanên kanserê li Xezzeyê idî vala mane û ev herêma bi awayekî tam ji alavên pêderxistina zû ya nexweşîyan u alavên MRIyê bêpar bûye.

Rêvebirê Dezgeha Mafên Merivan a Zemîr`ê got ku girtina rê li ber derketina nexweşan a bi merema dermankirinê, kuştina rasterast u mînaka aşkira ya cinayeta cengê u binpêkirina Konvansyona Çarem a Jenevê ye.

Rîyaz Eşqer Rêvebirê Navenda Lêkolîna Rewşa Êxsîrên a Filistînê jî di raporeke bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Penceşêrê da derheq rewşa qeyranî ya 26 êxsîrên filistînî yên tûşbûyîyê Penceşêrê di zîndanên Rejîma Sîyonîst da hişyarî da û ragihand ku ew kesana bi hegera bêparbûna ji dermîn, bi xetera mirinê ya demlidest ra rûbirû ne.

Li gorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî, rêvebirên Komavahîya Pizişkî ya Şifayê meytê 56 şehîdî u 66 sandiqên hilgirê organ u hestîyên merivan ku ji hêla Rejîma Sîyonîst va hatibûn revandin, wergirtine. 

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmetê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst ji destpêka agirbesê yanî ji 10ê Coteha sala 2025ê va heta nika hezar u 520 carî agirbes binpê kirîye û di vê demê da 556 fiilstînî şehîd kirîye ku sedî 99ê şehîdan sivîl in.  

 

 

 

Serepeyv