Sibat 14, 2026 17:06 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê yê Bexdayê: Hewla Amerîkayê jibo gurrkirina nakokiyê, rewşa herêmê aloztir dike

Balyozê Îranê yê Bexdayê hewldana Amerîkayê ya gurrkirina nakokiyan, rûbirûbûn û şêr li navçeyê û Kendava Farsê bi rêya vejiyandina siyaseta keştîyên cengê rexne kir û got: Ev nêrîn rewşa ewlehiyê hîn aloztir dike.

Muhemed- Kazim Alê- Sadiq, Balyozê Îranê yê Bexdayê di nav koma hejmarek kesayetiyên hikûmî û nehikûmî û berpirsên partiyên vî welatî de tekez kir: Îran erênî li muzakireyan dinêre, lê hevdem bi baldarî û hişmendî serederîyê dike.

Alê- Sadiq tekez kir: Îran erênî li muzakireyan dinêre, lê ji ber îxanetên berê yên aliyê amerîkî di pêvajoya muzairan de, bi baldarî pêngavan radike û lojîkane li muzakiran dinêre.

Balyozê Îranê yê Bexdayê got: Hêzên biyanî yên ku destwerdanê dikin, berjewendiyên xwe di dewama çêkirina bêîstirarî û nakokiyan li navçeyê de dibînin lê ewlehiya mayînde tenê bi rêya gotûbêj û parastina rêzgirtina dualî serê xwe digre ne bi baweriya li aliyên xayîn.

Serepeyv