Sibat 15, 2026 18:31 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 72 hezar u 61 kesî

Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê ragihand ku di encama berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst da, 10 filistînîyên din li vê herêmê hatin şehîdkirin u 9 kes jî hatin birîndarkirin.

Ji destpêka agirbesê va li Xezzeyê di 11ê Cotmeha sala 2025ê va heta nika 601 filistînî hatine şehîdkirin u 607 kes jî hatine birîndarkirin û herwiha meytê 726 kesî hatîye peydakirin.

Ji destpêka êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023ê da heta nika 72 hezar u 61 kes hatine şehîdkirin u hejmara birîndaran jî rabûye 171 hezar u 715 kesî.

Samî Dehdûh yek ji fermandeyên Seraya Quds Çiqa Leşkerî ya Tevgera Cîhada Islamî ya Filistînê, di encama êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ser Taxa Til Hewa li başûra Xezzeyê da hat şehîdkirin.

Lêjneyên Berxwedana Filistînê jî êrişa Rejîma Sîyonîst a di berbanga îro da ser çadirên awareyan li şarê Xan yûnisê û kempa Cibalîyayê li Zîvala Xezzeyê cinayeta cengê bi nav kir u ragihand ku ev rejîma bi dû demdirêjkirina şerê dijî gelê Filistînê ye.

 

Serepeyv