Pêngavên emnî yên bêmînak u seferberîya gelanî li sînorê Iraq u Sûrîyê
Sibat 15, 2026 17:50 Asia/Tehran
Çavkanîyeke emnî li Iraqê basa pêngavên emnî di çarçova seferberîya gelanî da ji bo tepeserkirina liv u tevgerên terorîstan li rojavaya Iraqê u nêzîkî sînorê Sûrîyê kir.
Rayedarekî haydar li Fermandetîya Hêzên Seferberîya Gelanî yên Iraqê ragihand ku hêzên Heşdi ul Şe`bî dest bi liv u tevgereke emnî ya bêmînak li zîvala sînorî ya di navbera vî wealtî u Sûrîyê li rojavaya parêzgeha Enbarê kirine.
Hêzên Heşd ul Şe`bîyê di encama operasyonekê da li çola rojavaya Enbarê dest danîn ser hejamrke çek u rext u maddeyên teqandinê û herwiha tonelên ji bo xweveşartin û depokirina çek u rextan ji nav birin.