Adar 16, 2022 15:40 Asia/Tehran
  • Komek sporvanên Kurdistana Îranê bi bîsîklêtê ji Sine gihîştin Helebcê li Herêma Kurdistanê

Komek spovan û çalakvanên Kurdistana Îranê bi bîsîklêtan ji vê parêzgeha Îranê gihîştin bajarê Helebcê da ku beşdarî merasima bibîranîna kîmyabarana Helebcê bibin.

Peyamnêrê BasNewsê li Helebcê ragehand, duh 7 sporvan û çalakvanên xelkê bajarê Sine yê Kurdistana Îranê bi bîsîklêtan gihîştin bajarê Helebcê li Herêma Kurdistanê.

Yek ji wan sporvanan ji BasNewsê re got, em ji bajarê Sine bi bîsîklêtan heta Helebcê hatin. Em du rojan di rê de bûn û me 250 km bîsîklêt ajot.

Wî sporvanê Kurdistana Îranê her wiha duh got, em dixwazin sibê (îro Çarşemê 16 Adar) beşdarî merasima bîranîna 34 saliya kîmyabarana Helebcê bibin û peyama aştî û hevxemiya xwe bigehînin xelkê Helebcê.

Îro, 16 Adarê ye û 34 sal bi ser kîmyabarana Helebcê re derbas dibe. Di wê êrişa hovane de herî kêm 5 hezar mirovên bê guneh şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Serepeyv