Hezîran 20, 2022 08:58 Asia/Tehran
  • Li Helebçeyê, kesekî 1100 stran, 12 destnivîs û 16 pirtûkên hewramî berhev kirine

Subhan Feyroz ev 14 sal in ji bo komkirin û arşîvkirina stranên hewramî dixebite. Wî heta niha kariye gelek stranên hewramî arşîv bike, her wiha pirtûk û nivîsên hewramî çap bike.

Li gorî rapora Malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Subhan Feyroz ji sala 2008’an ve “Navenda Siyaçemane” damezrandiye û kar ji bo parastin û arşîvkirina çand û hunerê Hewremanê dike.

Niha jî 1100 stranên hewramî yên hunermendên Hewremanê ligel 12 destnivîs û 16 pirtûkan arşîv kirine û çap kirine.

Derbarê kar û xebatên xwe de Subhan Feyroz dibêje, “Sala 2008’an li Xurmalê me Navenda Siyaçemane ji bo komkirin û arşîvkirina çand û hunerê Hewramanê damezrand. Piştre me navenda xwe veguhest parêzgeha Helebceyê.”

Feyroz dibêje, navenda wan tenê taybet nîn e bi stranan, di heman demê de ew di warê wêje, huner, çand, karên dest, zindîkirina karên li Hewremanê hebûn û niha namînin, dixebitin. Wî got, “Em cudahiyê naxin nava hewramî û soranî, her wiha girîngiyeke taybet bi kakeyiyan didin.”

Subhan Feyroz heta niha 16 pirtûk nasandine û çap kirine. Her wiha 1100 stranên Hewremanê xistine kasêt û kom kirine. Subhan piraniya wan ji Kurdistana Îranê kom kirine.

 

Ew behsa armanca projeya xwe wiha dike: “Armanca me parastina ziman û çanda Hewremanê ye ku metirsiya tunebûnê li ser heye. Ji ber ku stran ziman e û dikare li hemû malan bigere.”

Serepeyv