Cotmeh 21, 2022 10:52 Asia/Tehran
  •  Li çayxaneyeke ser sînorê Îran û Iraqê, pereyê du welatan tê qebûlkirin

Di çayxaneya li ser sînorê Îran û Iraqê ya li alîyê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da pereyê herdu welatan jî tê qebûlkirin û rojê bi dehan kes tên çayxaneya li ber avê ku ji daran hatiye avakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Mam Dewrêş Eliyê 60 salî li gundê Hanagarmalaya ser sînorê Îranê ku li ser Biyaraya bajaroka Helebçeyê ye ber pala çiya çayxaneyek ji xwe ra vekiriye.

Li çayxaneya xalê Elî ku ji herdu welatan jî mêvan tên pereyê herdu welatan tê qebûlkirin.

Çayxane li ber çemê di navbera sînorê herdu welatan da derbas dibe hatiye avakirin û xalê Elî serê sibehê zû tê û çaya xwe digire û heta êvarê ji mêvanan ra xizmetê dike.

- "Ji gelek bajarên Iraqê mêvan tên herêmê"

Dewrêş Elî destnîşan kir ku ciyê çayxane lê ye hênik e û ji ber hewaya germ jî eleqe zêde ye: "Him ji Iraqê û him jî ji Îranê mêvan tên vê derê. Min sala par ev der vekir û eleqeya li serê jî gelek e. Hinek pereyê Îranê (tomen) didin û ez wî jî qebûl dikim."

Serepeyv