Berdewambûna derbên ku Bereya Berxwedanê li artêşa terorê dixe
Hizbullaha Lubnanê ragihand ku bi xwefir û mûşekan êrişî meqerên artêşa terorê kir.
Dezgeha Propagendeya Şêrr a Koma Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku bi xwefir û çend mûşekan êrişî meqera leşkerî ya Şeraga ku ketiye navbera bajarên Neharya û Ekayê li bakurê Filistîna Dagirkirî,kir.
Her wiha têkoşerên Hizbullahê navenda kombûna leşkerên Siyonîst li meqera sînorî ya Ramiyê dan ber mûşekan. Berxwedana Îslamî ya Lubnanê di daxûyaniyeke din de ragehand:Cihê leşkerên dagirker li başûrê bajarokê El-Xeyamê jî bo cara duyem ket ber êrişa bi mûşekan a Hizbullahê.Berdevkê artêşa Rejîma Siyonîst derbarê kuştina du leşkerên vê rejîmê di encama pevçûnên li başûrê Lubnanê xwe mikur hat û ragihand ku di şer û pevçûnekê de li başûrê Lubnanê 2 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û ragehand: Fermandê tîpa Golanî ya artêşê tevî leşkerekî din ê rejîmê ji aliyê çekdarên Hizbullahê ve li başûrê Lubnanê bi giranî birîndar bûne.Bereya Berxwedana Lubnanê her wiha ragihand ku têkoşerên berxwedanê rawestana li himber êrişên Rejîma Siyonîst didomînin û derbeyên giran li hêz û kelûlepelên dijmin dixin. Leşkerên dijmin tenê li başûrê Lubnanê di operasyonên bejayî de zêde ji 110 kes kuştine û 1500 kes jî birîndar kirine.Her wiha hêzên berxwedanê 48 tankên Merkava, 9 buldozêr, du trimbêlên leşkerî, du panzêr û 6 xwefirên Hermes-450 û xwefireke Hermes- 900 sernixûn kirin.