Kuştina 380 leşkerên Ukraynî
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê derbarê pêşdeçûna hêzên vî welatî li Donetskê û kuştina 380 leşkerên Ukraynê agahî da.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di daxuyaniyekê da ragehandiye ku hêzên vî welatî karîn li deverên curbicur ên Donêskê şeramûrên yekîneyên 33, 54 û 56 yên artêşa Ukraynê îmha bikin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê herwiha ragihand: Hêzên ûris her wiha êrişên artêşa Ukraynê bêencam kirin ku di encama vê operasyonê de herî kêm 380 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê tekez kir ku hêzên vî welatî pêşdeçûna xwe li kûratiya hêlên berevaniyê yên Ukraynê berdewam dikin. Artêşa Ukraynê jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku artêşa Rûsyê di yek ji êrişên xwe yên li dijî wî welatî de bo cara yekem mûşeka balistîk bi kar aniye.
Wezîrê Berevaniyê yê Hangaryayê jî ragihand ku ev welata dê li ser sînorê Ukraynê sîstemên berevaniya hewayî û kontrolê bi cih bike.
Wezareta Berevaniya ya Amerîkayê jî di dawîn hefteyê serokkomartiya Baydên da yê bayê 275 mîlyon dolarî çekan bide Kiyêvê.