Mijdar 21, 2024 19:23 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna herî kêm 36 kesî di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser Sûriyê de

Di encama êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser bajarê Palmîra Sûriyê de herî kêm 36 kes şehîd bûn.

Çavkaniyeke leşkerî ya artêşa Sûriyê ragihand: Duh nîvro dijminê siyonîst ji aliyê navçeya El- Tenfê ve êrişî hin avahîyên bajarê Palmîrayê kir ku di encamê de 50 kesên din birîndar bûn.Rejîma Siyonîst di salên derbasbûyî de bi caran êrişî Şamê û navçeyên curbicur ên Sûriyê kiriye.

Destdirêjiyên leşkerî yên Rejîma qirker a Siyonîst ser axa Sûriyê di halekî de ne ku Şamê bi caran bi şandina nemyê bo NY û Konseya Ewlehiyê  bi şermezarkirina van êrişan daxwaza rawestandina wan kiriye. 

Serepeyv