Çile 07, 2023 18:24 Asia/Tehran
  •  Nakokîyên di navbera YNK û PDK’yê da li Herêma Kurdistana Iraqê didomin

Endamekî pillebilind ê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Nakokîyên di navbera YNK û PDK’yê da li Herêma Kurdistana Iraqê hê nehatine çareserkrin û didomin.

Endamê pillebilind ê YNK'yê Xiyas Sûrçî got: “Nakokîyên di navbera PDK û YNK’yê da hela jî didomin. Heta vê gavê di ti axavtineke rêvebirên PDK û YNK’yê da bi awayekî fermî basa hevdîtina her du partîyan an ciyê wê hevdîtinê nehatîye kirin.”

Sûrçî herwiha pêgirî kir: “Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrên Herêma Kurdistanê wêda çûne, lewma YNK’yê ti wekîl û parlimanterek di desteya ku ji hêla Herêma Kurdistanê va ji bo hilkolandina bûceyê çûye Bexdayê da, tineye.”

Vî endamê pillebilind ê YNK’yê herwiha got: “Tenha lêvegera çareserkirina nakokîyan, Bexda ye û em hela jî peyrevê rêya rehmetîyê ‘Mam Celal’ in.”

Eva di halekî da ye ku Dilşad Şe’ban endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) berî vîya basa civîna di demeke nêzîk da ya navbera PDK û YNK’yê ji bo çareserkirina nakokîyan kiribû û gotibû: “Civînek wê di asta rêberên PDK û YNK’yê da were lidarxistin. Armanc jî ew e ku dawî li nakokîyên di navbera her du alîyan da were anîn û hewlên kurdan têkildarî meseleyên girîng ji wan pêşnuma qanûna bûceyê û qanûna nift û gazê li Bexdayê bên yekxistin.”

Nakokîyên di navbera YNK û PDK’yê da piştî nakokîya têkildarî posta serokkomartîyê û şêwaza birêvebirina Herêma Kurdistanê û tawanbarkirina têkildarî kontrolkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê berfiretir bûn, heta wê astê ku YNK’yê bi awayekî sergirtî amajeyî cidakirina Silêmanîye û Helebçeyê ji Hikûmet û Herêma Kurdistanê kir.

Ji hêla din va Cîgirê Serokê Komîsyona Darayî ya Parlimana Herêma Kurdistanê pêgirî kir ku pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî ya Iraqê ya sala 2023an hela jî yek ji babetên nakokîya di navbera Bexda-Hewlêrê da tê hesêb.

Hêvîdar Ehmed herwiha got: Meseleya pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî hela jî berbendek ser rêya çareserkirina nakokîyên di navbera Bexda-Hewlêrê da tê hesêb, ji ber ku partîyên sîyasî û parlimanî li Bexdayê ser rêya lihevkirina her du alîyan bi vê meremê ku Bexda pişka bûceya Herêma Kurdistanê herîkêm bo sedî 14ê zêde bike, berbendan saz dikin.

Wî herwiha got ku bûceya nika ya Herêma Kurdistanê bê guman ne li gorî hewcedarîyên vê herêmê ye.

 

Serepeyv