Dadgeha Navdewletî ya Cezayê hikma desteserkirina Netanyahu û Galant derxist
Mijdar 21, 2024 19:23 Asia/Tehran
Dadgeha Navdewletî ya Cezayê hikma desteserkirina serokwezîrê Rejîma Siyonîst û Wezîrê Cengê yê wêdebirî yê vê rejîmê da.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bi weşandina daxuyaniyekê li ser malpera xwe ragihand: Vê dadgehê hikma desteserkirina Binyamîn Netanyahû, Serokwezîrê Îsraîlê û Yoav Galant Wezîrê Cengê yê wêdeçûyî bi hegera cinayetên cengê di şerê Xezzeyê de derxistîye.
Di vê daxuyaniyê de hatiye: Hikma desteserkirina Netanyahu û Galant ji ber cinayetên cengê ji herî kêm 8'ê Cotmeha 2023an heta 20ê Gulana 2024an roja ku dozger di vê barê de daxwazek raber kiribû hatiye dayîn.