Adar 12, 2022 22:00 Asia/Tehran
  • Li Dêrsimê Komkujiya Helebce hat şermezarkirin

Li parêzgeha Dêrsimê ya kurdên Tirkiyê hêzên Demokrasî û Kedê bi çalakiyekê qûrbaniyên komkujiyên Helebce, Beyazit û Taxa Gaziyê bibîranîn û ew komkujî bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.  Hêzên Demokrasî û Kedê li dijî wan zihniyetên ku komkujiyan pêktînin, banga têkoşîna hevbeş kirin.

Îro 12ê Adara 2022ê hêzên Demokrasî û Kedê  yên Dêrsimê li Kolana Hûnerê qûrbaniyên komkujiya 12ê Adara 1995ê ya Gaziyê, Komkujiya 16ê Adara 1988ê ya Helebcê û Komkujiya 16ê Adara 1978ê bibîranîn û derbarê wan komkujiyan de civînek çapemeniyê saz kirin.

Li ser navê hêzên Demokrasî û Kedê qûrbaniyên Ergin Tekin daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand ser têkoşîna hevbeş a li dijî zîhniyetên komkujker.

Ergin Tekin amaje bi komkujiya parêzgeha Helebce ya Herêm a Kurdistanê da û ew komkujî wek tawanekî mirovî ya dijî gelê Kurd bi nav kir.

Endamê Platforma  Ked û Demokarasiyê ya Dêrsimê Ergîin Tekin wiha got: “Yek ji komkujiyên ku di meha Adarê de pêk hatiye, di 16ê Adara 1988ê de, li Helebce pêk hat. Komkujiya Helebce tawanekî mirovî ye dijî gelê Kurd û yek ji rûpelên tarî yên dîroka mirovayetiyê ne. Hîroşîmaya Rojhilata Navîn e. 34 sal berî niha dîktatoriyeta Seddam ji bo têkoşîna netewî ya Kurd bifetisîne li erdnîgariya Kurdan, zêdeyî 5 hezar kes bi çekên kîmyayî komkuj kirin. Îro dîktatoriyeta Seddam nebe jî zîhniyeta komkujkirina Kurdan bi awayên cûda heye.”

Serepeyv