Adar 08, 2022 22:49 Asia/Tehran
  • Bi helkefta roja cîhanî ya jinên kedkar li Helebcê jinan berhemên xwe yên destî nîşan dan

Li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistana Iraqê bi helkefta roja cîhanî ya jinên kedkar pêşangehek bo nîşandana berhemên karên destî û xwarinê yên jinan hat vekirin.

Bi helkefta roja cîhanî ya jinên kedkar, li Helebceya Herêma Kurdistanê pêşangehek hat vekirin ku tê de derdora 30 jinan berhemên xwe yên destî û xwarinê nîşanî xelkê kirin.

Endama desteya jinan li Helebce, Sindûs Husên ji BasNewsê re got, armanca me ji vê çalakiyê ew e ku bazarê bo berhemên destî yên jinan peyda bikin da ku ew bibin xwediyê kar û debara xwe.

Serepeyv