“Xulamriza Kerîmullahî” xwendekarê 92 salî yê asta PHD’yê xwendina di çiqa “Ziman û wêjeya Farisî” da bi xala “20” xelas kir.
Hevdem digel salvegera 41ê ya serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê, yekemîn “Çandnameya Xwerû ya Îranê: Pirtûka Hevaltîya Zarokên Îranî û Sirb” li Sirbistanê hat weşandin.
Sêyemîn Festîvala xwendina helbestên Se’dî ya taybetî medreseyên dînî yên misilmanên Hindê bi danasîn û rêzgirtina li kesên sereke bi dawî hat.
Sekreterê yekemîn Komcivîna Neteweyî ya Ziman û Zaraveyên Deverên Sînorî yên Îranê got: “Bi giştî 150 nivîsar bo sekreterxaneya vê komcivînê li Zanîngeha Bîrcendê hatine şandin û vekolandina çawaniya danûstandina axêverên van ziman û devokan digel zimanê farisî wek hokara yekitî û hevgitina neteweyî ji armancên vê komcivînê ye.”
Şêx Reza Talebanî an jî Şêx Reza ji wêjevanên kurd ên nasyar e û hin helbestên bi zimanên Kurdî, Farisî, Erebî û Tirkî ji wî bi cih mane.
Endamê taxima zanistî ya Lêkolîngeha Mîrata Çandî û Geştyariyê ya Îranê qala naskrina 120 ketîbeyên bi farisî li Bengladeşê kir.
Îro 7ê Sfendê salroja koça dawî ya Ellame Elî Ekber Dêhxoda, wêjevan, peyvnas, siyasetvan û helbestvanê îranî ye.
Kilîder wek romana herî dirêj a farisî û duyemîn romana herî dirêj a cîhanê bi zimanê erebî hat wergerandin û çapkirin.
Bi boneya rêzgirtina Roja Hazifê Şîrazî, navenda Îrannasiyê ya zanîngehên Ukraynê û Zanîngeha El-Zehrayê bi hevkariya Balyozxaneya Îranê li Ukraynê, civîneke mecazî li dar xistin.
Pirtûka sed xeelkên helbestvan û arifê binavûddeng ê îranî, Mewlana Celaledînê Rûmî nasyar bi Mewlewî bi zimanê Kurdiya Kurmancî hat çapkirin.