Nîsan 15, 2023 13:23 Asia/Tehran
  • 15ê Nîsanê; rojyada Ferîdeddîn Ettarê Neyşabûrî helbestvan û arifên îranî yê binavûdeng

Di salnameya fermî ya Îranê da roja 15ê Nîsanê (25ê meha Ferwerdînê ya Koça Hetawî) roja rêzgirtina li ‘Ferîdeddîn Ettarê Neyşabûrî’ helbestvan û arifê îranî yê binavûdeng e ku di sedsala heftem a Koça Heyvî da dijiyaye.

Ferîdeddîn Ettarê Neyşabûrî xwedî cîgeheke bilind di helbesta farisî û hûnandina xezelan da ye û ramanên wî yên irfanî roleke girîng di teşepêdana irfana îslamî-îranî hebûne.

Ziman û wêjeya farisî bi palpiştiya hizr û ramana kesayetîne mezin wekî Ettar kariye bandor li dil û hizra ramanwer û helbestvanên mezin ên cîhanê bike û wêjeya cîhanê ji serçaviyên xwe yên zelal têrav bike.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Pirtûka ‘Mentiqutteyr’a Ettar ji berhemên irfanî yên herî nasyar di edebiyata cîhanê da ye û dibe ku piştî Mesnewiya Mewlewî, ti berhemeke din di warê wêjeya helbestkî li Cîhana Îslamê neighêje cîgeha vê dîwanê.

Musîbetname, Muxtarname, Dîwana Helbestan, Tezkiretul-Ewliya û Îlahîname ji berhemên din ên Ferîdeddîn Ettarê Neyşabûrî ne.

 

 

Serepeyv