Dagirkirina tam a Xezzeyê dê bibe sedema karesateke merivî ya bixof
Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivî ya NY (OCHA) hişyarî da ku plana Rejîma Sîyonîst a ji bo dagirkirina tam a şarê Xezzeyê dê bibe sedema dûhatên merivî yên zef giran ji bo gelê Filistînê.
Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivî ya NY di daxûyanîyekê da derheq plana Rejîma Sîyonîst a ji bo dagirkirina tam a şarê Xezzeyê da hişyarî da û ragihand ku nêzî sedî 86ê rûbera Zîvala Xezzeyê an li ber fermana valakirina neçar da ye yan jî yê bikeve bin kontrola leşkerî ya rasterast a artêşa Rejîma Sîyonîst. Vê dezgehê herwiha pêgirî kir ku operasyona leşkerî ya Rejîma SÎyonîst ji bo dagirkirina şarê Xezzeyê dê bibe sedema karesateke merivî, ji ber ku niştecîyên vê herêmê, gellekî westîyane, ezîzên xwe ji dest dane û pêrgî awarebûn, bedxworakî û kêmbûna giran a pêwîstîyên jîyanê bûne.
Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivî ya NY herwiha ragihand: Neçarkirina bi sedan hezar kesî ji bo ku ji bakura Xezzeyê va koçî başûra vê herêmê bikin, plana karesateke nû û mînaka koçberkirinê ye. OCHAyê herwiha hişyarî da ku li nexweşxaneyên başûra Zîvala Xezzeyê çend qatî ikmanê nexweş û birîndar hatine wergirtin û veguhestina rêjeyeke zêde ya nexweşan ji bakura va bo nexweşxaneyên hanê, dê bibe sedema mirina gellek kesan.
Li gorî daxûyanîya Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivî ya NY, ev rewşa bi giştî ray dide ku bicihanîna vê plana Rejîma SÎyonîst, yê Xezzeyê bixe ber hilweşîna tam a ji hêla merivî va.
Di vî halî da, Ser-rêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê di peyamekê da hibmer plana Rejîma Sîyonîst a ji bo dagirkirina tam a Zîvala Xezzeyê bertek nîşan da û got ku li gorî rewşa xeddar a merivî û tenduristîyê ya niştecîyên Zîvala Xezzeyê, plana Rejîma Sîyonîst a ji bo berfirekirina operasyona leşkerî li vê herêmê mêriv bi awayekî kûr dilnigeran dike.