Wajokirina 10 belgeyên hevkarîyê di navbera Îran û Ermenistanê da
Rayedarên payebilind ên Îran û Ermenistanê bi merema jordabirina asta peywendîyan, daxûyanîyeke hevpar û 10 belgeyên hevkarîya di warên aborî, çandî û sîyasî da wajo kirin.
Di dewama planê seredana Serokomarê Îranê ya Ermenistanê da, îro rayedarên payebilind ên her du welatan bi amadebûna her du Serokomaran 10 belgeyên hevkarîya di warên sîyasî, civakî, çandî, geştyarî, pîşeyî, perwerdehî, sazkirina rê û bajaran, hunerî, tenduristî û dermankirinê da wajo kirin.
Serokomarên Îran û Ermenistanê her wiha daxûyanîya hevpar a têkildarî vê seredanê wajo kirin.
Serokwezîrê Ermenistanê jî îro li qesra serokomartîya vî welatî mazûvanîya Serokê Komara Islamî ya Îranê kir û her du alî civîyan. Mesûd Pêzêşkîyan di civîna tev Nîkol Paşînîyan da pêgirî kir ku helwesta dewleta Komara Islamî ya Îranê parastina serwerî û yekperçetîya axa Ermenistanê û berdewambûna peywendîyên germ di navbera her du welatan da ye û divê ku dilnigeranbûna me derheq bicihbûna hêzeke sêyem li nêzîkî sînorên hevpar tam were çareserkirin.
Pêzêşkîyan derbara seredana xwe ya Ermenistanê da, pêşxistin û xurtkirina hevkarîyên tev welatên cînar û hevdeng ji armancên girîng û ewlewîyetên kabîna çardan di sîyaseta derve da zanî û got: Seredana min a Ermenistanê wek welatê dost û cînar jî hema di vê çarçovê da û ji bo xurtkirina hevkarîyên her du welatan e.