Adar 06, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • “Nizamîyê Gencewî”; Peyamênerê aştî û exlaqê li nav farisîzanan

‘Nizamîyê Gencewî’ ji helbestvanên farisîbêj ên xurt e ku ne tenê xwedî şêwaz û rêbazeke taybetî xwe di warê helbestê da ye, belkî bandora şêwaza wî li ser helbesta farisî jî di berhemên helbestvanên piştî wî aşkira ye.

Roja 21ê meha Isfendê, (28ê Adarê) di salnameya fermî ya Îranê, wek Roja Rêzgirtina li Nizamiyê Gencewî hatiye binavkirin.

Bi vê boneyê ji 14 heta 21ê Isfendê wek ‘Hefteya Nizamî’ hatiye binavkirin û gelek bername li navendên parêzgehên Îranê tên lidarxistin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Îro (Duşemî) û di yekemîn roja ‘Hefteya Nizamî’ da rêûrismek bi vê boneyê li Tehranê û bi beşdariya balyoz, dîplomatû  berpirsên çandî yên welatên cûr bi cûr hat lidarxistin.

“Xosro Nazirî” Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariyên ECO’yê, got: Rêzgirtina li kesayetîne wiha, eleqeya li kesayetiyên nasyar ên çandî diparêze.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê jî di vê rêûrismê da got: Rêzgirtina li helbestvan û wêjevanan, rêzgirtin li nirxên mirovahiyê ye.

Wî got: “Nizamî hub û eşqa xwe derheq Îranê bi helbestên xwe li ‘Heft-Peyker’ê beyan kiriye.”

Kenanî amaje bi nav û dengê Nizamî li welatên din kir û got: Ev helbestvanê îranî li Efxanistan, Tacîkistan, Uzbekistan û Komara Azerbaycanê gelekî tê hebandin.

 

Serepeyv