Pêşangeha Navneteweyî ya Qurana Pîroz li Tehranê; versyona destnivîs a Qurana Îmam Reza (S) hat nimandin
Sibat 22, 2026 10:03 Asia/Tehran
Nimûneya çapî û kevn a versyona xetî ya Qurana girêdayî bi Îmam Reza (S) li jûra Binyata Îmam Reza (S) li Pêşangeha Navneteweyî ya Qurana Pîroz li Tehranê bi awayê gelemperî hatiye nîşandan.
Mehdî Recebpûr Berpirsê jûra Binyata Îmam Reza (S) got: Hejmareke berhemên şêwekarî, ciwannivîsîn, xet û neqaşiya hunermendên m,e ku di dorên pêştir ên Festîvala Îmam Reza (S) hatine berhemanîn, anegorî atmosfera jûrê hatine nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, Dora 33an a Pêşangeha Navneteweyî ya Qurana Pîroz li Tehranê di beşên cûrbicûr da ji 20ê Sibatî heta 5ê Adara 2026an li şevistana sereke ya Nimêjgeha Îmam Xumeynî (Re) a Tehranê ji saet 16 heta 23 ji bo serdana hogiran vekirî ye.