Sibat 22, 2026 15:05 Asia/Tehran
  • Ji destpêka meha bimbarek a Remezanê ve 100 kes li rexê rojavaya çemê Urdinê hatine desteserkirin

Navenda Şopandina Karên Êxsîrên Filistînî amajeyî desteserkirina zêde ji 22 hezar welatîyên fiilstînî bi destê sîyonîstan ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va kir u ragihand ku ji destpêka meha bimbarek a Remezanê va jî 100 kes hatine desteserkirin.

 

Navenda Şopandina Karên Êxsîrên Filistînî îro ragihand ku leşkerên sîyonîst ji destpêka meha bimbarek a Remezanê va, zêde ji 100 welatî ji wan jin u zarok li navçeyên rexê rojavaya çemê urdinê u Qudsa dagirbpyî desteser kirine.

Vê navendê bal kişand ser vê yekê ev desteserkirin hevgavê tundkirina operasyona leşkerî ya sîyonîstan di dereqa meha Remezanê pêk tên û dîyar kir ku ew kesana li pirranîya parêzgehên rexê rojavaya çemê Urdinê ji wan Qudsa dagirbûyî hatine desteserkirin. Sîyonîstên dagirker lêpirsîna meydanî jî tund kirine. Ev kiryar di çarçova operasyona tolhildana komkî himber gelê Filistînê da tên kirin ku hemî çîn u qatên vî gelî digirin ber xwe û ji destpêka jînosayda li Xezzeyê va berfire bûye.

Navenda Şopandina Karên Êxsîrên Filistînî amajeyî rêze cinayet û destdirêjîyên dijî êxsîrên Fiilstînî kiriye ku lêdana giran, operasyona terorkirina rêkxistinkirî ya desteserbûyîyan u malbatên wan,xerakirina  mala welatîyan û zevtkirina mal u milkên wan û heta kavilkirina binesazîyan digirin ber xwe.

Bikaranîna endamên malbata êxsîran wek rehîn, bikaranîna kesên desteserbûyî wek mertala merivî,  darvekirina li meydanan, bikaranîna narewa ya kesên desteserbûyî jibo nuximandina berfirekirina bajaroksazîyê li rexê rojavaya çemê urdinê û piştgirîya ji bajaroknişînên destdirêjker ser ax u malên fiilstînîyan ji kiryarên din ên sîyonîstan li vê herêmê ne. 

Serepeyv