Sibat 22, 2026 20:15 Asia/Tehran
  • Xwendekarên îranî dijî zorbêjîya welatên rojavayî û ajaweyê li zanîngehan rabûn

Xwendekarên zanîngehên curbicur ên Îranê bi kombûnên nerazîbûnê, tevî şermezarkirina destwerdanên Amerîkayê u komployên Rejîma Sîyonîst û paşmayîyên piştgirê Pehlewî, pêgirî ser parastina cîgeha zanîngehê wek warê zanist, pêşketin u perwerdekirina kesên şareza kirin.

 

Îro zanîngehên curbicur ên Îranê qada pirrcoş a amadebûna wan xwendekarana bûn ku ji bo nerazîbûna himber komployên vê dawîyê yên Amerîkayê, Rejîma Sîyonîst u bermayîyên piştgirê Pehlewî li zanîngehan, rabibûn. Wan tevî nîşandayîna bêzarbûna xwe ji sîyasetên bi kîn ên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst tekezî ser berevanîya ji nirxên Komara Islamî ya Îranê kirin.

Xwendekarên zanîngehên curbicur ji wan ên Zanîngeha Têhran, Şehîd Bêhêştî, Zanîngeha Pîşesaziyê ya Xacê Nesîredînê Tûsî u Zannîgeha Pîşesaziyê ya Şerîfê bi durişmên dijî zorbêjên cîhanê, pêgirî ser pêwîstîya parastina ewlehî u rêza zanîngehan u piştgirîya ji armanc u dozên Şoreşa Isalmî kirin. 

Serepeyv