Sibat 22, 2026 17:05 Asia/Tehran
  • Berteka rayedatên welatên curbicur himber gotinên Balyozê Amerîkayê yê Tel Avîvê

Rayedarên welatên curbicur bi tundî gotinên Balyozê Amerîkayê yê Tel Avîvê di warê piştgirîya ji dagirkerîya Rejîma Sîyonîst da şermezar kirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyanîyekê da bi tundî gotinên Balyozê Amerîkayê yê Tel Avîvê şermezar kir.

Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Iraqê da hatîye: Ev gotin ku berovajî isûlên mafên navdewletî û Menşûra NY ne, destdirêjîyeke bitaluke, binpêkirina serwerî u serxwebûn u yekperçetîya axa welatan tên hesêb ku ev yeka yê dûhatên nerênî jibo ewlehî û istiqrara herêmê bi xwe re bîne.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê herwiha pêgirî ser helwesta neguhêr a Iraqê ya piştgirîya ji serwerîya welatan û qebûlnekirina sîyaset an pêngava jibo serdestîxwazî yan sepandina rastîyên bizorê kir. 

Wezareta Karên Derve ya Misrê jî di daxûyanîyekê da gotinên Mayk Hakbî Balyozê Amerîkayê yê Telavîvê şermezar kir u ew gotin binpêkirina aşkira ya isûlên mafên navdewletî û Menşûra NY zanî. Civata Rawêjkarîyê ya Rêxistinên Islamî yên Malêzîyê jî ragihand ku helwestên bi vî rengî, serwerîya welatan u yekperçetîya welatên serbixwe lawaz dikin û rewatîyê didin îdolojîyên zêdexwaz; ev helwesta gefeke ciddî dijî istiqrara herêmê û aştîya cîhanî tê hesêb.

Serepeyv