Hemas: Rejîma Sîyonîst dê piştî Filistînê here dor canê Urdinê
Sibat 20, 2026 17:12 Asia/Tehran
Rayedarekî payebilind ê Hemasê derheq pîlanên Rejîma Sîyonîst ên jibo welatên ereb u misilman hişyarî da û got ku piştî Filistînê, Tel Avîv dê here dor canê Urdinê.
Basim Ne`îm rayedarê pillebilind ê Hemasê pêgirî kir: Heke Rejîma Sîyonîst a dijmin bi rêya biryarên têkildarî xistina deverên filistînî di bin kontrola xwe da u çêkirina bajarokan şerê li herêmên filistînîyan ser xêra xwe bi dawî bîne, di çaçrova proja sîyonîstan a ``Israyîla mezin`` da yê êrişî Urdinê bike.
Ne`îm pêgirî kir ku heke welatên misilman sînorekê nedaynin ser rêya cinayetên Rejîma Sîyonîst, ev rejîma jibo pêşdebirina pîlanên xwe dê her cinayetekê bike.