Nerazîbûna fermî ya DEM Partîyê hibmer pêşnivîsa rapora hevpar a Komsyona Aştîyê
DEM Partîyê di daxûyanîyeke fermî da nerazîbûna xwe himber bikaranîna têgehên û pênaseyên di rapora Komsyona Aştî u Demokirasîyê da hatine bikaranîn, nîşan da.
Di daxûyanîya fermî ya DEM Partîyê da ku ji hêla Gulistan Kiliç Koçîyît, Meral Daniş Beştaş, Heqî Sarohan Oluç, Celal Firat û Cengiz Çîçek parlimanterên vê partîyê yên endamê Komsyona Aştî u Demokirasîyê va hatîye wajokirin, hatîye ku ev partîya ji destpêkê va dijî bikaranîna biwêjên fenanî ``demajoya Tirkîyeya bêyî teror``, ``rêxistina terorîst`` û biwêjên bi vî rengî ku di pêşnivîsa rapora komsyonê da hatine, bûye u radigihîne ku pêwîst e dewsa biwêjên hanê biwêja ``rapora çareserkirna pirsgirêkên kurdên Tirkîyê`` were bikaranîn.
Dem Partîyê ragihand ku raya giştî ya kurdên tirkîyê dijî biwêjên ``demajoya Tirkîyeya bêyî teror``u ``rêxistina terorîst``e u pêgirî kirîye ku girêdana pirsgirêkên kurdên Tirkîyê bi terorê re ti alîkarîyekê nade aştîya civakî di hundurê Tirkîyê da û kurdên tirkîyê derheq proja aştî û demokirasîyê bêhêvî dike.