Pêgîriya DEM Partiyê li ser pêwîstiya guherîna naveroka rapora komîsyona Aşitiyê
Berdevka DEM Partiyê amajeyî rola Parliamana Tirkiyê di çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên Tirkiyê kir û got: Me ji serokê komîsyona Aşitî û Demokrasiyê xwestibû, navê raporê ji Tirkiyeya bêyî têror veguhere Pêvajoya Çareserkirina Pirsa Kurdên Tirkiyê.
Ayşegûl Dogan, berdevka DEM Partiyê, amajeyî rapora dawîn a komîsyona Aştiyê kirk u ji aliyê serokê Parlimana Tirkiyê ve hat weşandin û got: Berî raberkirina raporê me bi caran ji komîsyonê xwestibû bona amadekirina raporeka giştalî û bibandor pêwîst e çaksaziyên qanûnî di naveroka raporê de pêk bên û navê raporê ji Tirkiyeya bêyî têror veguhere Pêvajoya Çareserkirina Pirsa Kurdên Tirkiyê.
Ayşegûl Dogan got: Pêwîst e Parlimana Tirkiyê piştî weşandina vê rapora hin qanûnan bipejirîne ta ku xelkê Tirk û Kurd ê Tirkiyê piştrast bibin ku encama hewldana komîsyona Aşitî û Demokrasiyê wê bibe sedema aştiya mayinde.