Pesendkirina rapora Komsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li meclisa Tirkîyê
Sibat 18, 2026 17:00 Asia/Tehran
Rapora 60 rûpelî ya ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve li Parlamentoya Tirkiyê hatibû amadekirin, li komîsyonê bi 47 dangan hat qebûlkirin.
AK Partî, CHP, DEM Partî, MHP û Yeni Yolê dengê "Erê" da, TÎP û EMEPê dengê "Na" da. Endamek jî bêalî ma.
Di metnê de hat tekezkirin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bê kêmasî bên bicihanîn.
Ji bo mijara ku di raya giştî de wekî "mafê hêviyê" tê nîqaşkirin, bêyî ku nav were dayîn, îfadeya "divê edaleta înfazê were dabînkirin" hat bikaranîn.
Di raporê de pêşniyara dawîhanîna li tayînkirina qeyûman jî cih girt ku demeke dirêj e tê nîqaşkirin.