Bozdag: Lihevkirineke giştî li ser pêwîstiya qanûna bingehîn a nû heye
Cîgirê Serokê Parlemana Tirkiyê û parlimanterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi rexnekirina li ser reformên berdewam ên di Qanûna Bingehîn a niha de ragihand ku vê têkstê ji ber guhertinên curbicur rêkûpêkiya xwe ji dest daye û welat hewcedarê qanûna bingehîna a nû ye her çend hîn li ser naveroka wê lihevkirinek pêk nehatiye.
Bekir Bozdag bal kişand ser vê yekê ku ev reform ewqas berfireh bûn ku teksta niha êdî yekperçebûn û rêkûpêkiya xwe ya berê tineye û got: Alûgurên siyasî û civakî yên salên derbasbûyî li Tirkiyê bûne sedem ku qanûna bingehîna a nû li gor rewşa nû dubare were nivîsînê.
Wî her wiha got ku di navbera partiyên siyasî yên welêt de derbarê hewcetiya bi qanûna bingehîn a nû de cureke lihevkirina giştî heye lê derbarê naveroka wê û eva ku kîjan prensîp û xal di teksta wê ya nû de bên berçavgirtin nakokî hîn jî didomin.