Sibat 17, 2026 16:10 Asia/Tehran
  • Bafil Talebanî û Şasuwar Ebdulwahid li Silêmaniyê civîyan

Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê îro li bajarê Silêmanîyê mazûvanê Şasuwar Edulwahid, Serokê Tevgera Nifşê Nû bû.

Bafil Talebanî û Şasuwar Ebdulwahid di vê civînê de li ser dawîn alûgurên navçeyê û bernameyên avakirina kabîneyên nû yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê behs û gotûbêj kirin. 

Xurtkirina têkiliyên dualî û bidestxistina nêrîneke hevbeş jibo baştirkirina asta xizmetguzariyan ji welatiyan re ji mijarên sereke yên din ên di vê hevdîtinê de hatine ragihandin. Çavdêrên siyasî di vê bawerê de ne ku hevahengiya di navbera van du alîyan de dikare ser hevsengiya qawetê li muzakirên siberojê bo komên din ên siyasî li Herêma Kurdistanê û her wiha di têkiliya bi Bexdayê re bibandor be. 

 

Serepeyv