Sibat 16, 2026 18:21 Asia/Tehran
  • Lihevkirina YNK u PDK li ser avakirina encumeneke siyasî ya hevpar ya mîna Çarçoveya Hevahengiyê

Her du partiyên sereke yên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê dixwezin encumene siyasî ya kurdî ya mîna Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan û Konseya Siyasî ya Neteweyî ya Sunneyan li Bexdayê ava bikin.

Wefa Mihemed Kerîm, endamekî PDK got ku me YNK li hev kirîye ku Encumeneke Siyasî ya Kurdî ava bikin ku biryaran derbarê meseleyên çarenûssaz ên Herêma Kurdistanê bide istûyê xwe û serokatiya wê ser milê Mesûd Barzanî be. Wî got: Partîyên Kurd dê bikaribin beşdarî vê encumenê bibin. Wî got: Ev lihevkirin di 2 rojên borî de pêk hat û tê hêvîkirin ku ew zûtirkê were fermîkirin.

Wefa Mihemed Kerîm her wiha got: Encumena ku biryar e bi beşdariya partiyên Herêma Kurdistanê were avakirin, dê roleke bingehîn di hilkolandina meseleyên stratejîk de hebe û di serê wan de, destnîşankirina berbijarê serokkomartiyê bide istûyê xwe.

Dewama nakokiyên di navbera PDK u YNK da bûye sedem ku Herêma Kurdistanê bê kabîneya nû bimîne û her du alîyan nekarîne derbarê berbijarê serokkomartiya Iraqê de jî li hev bikin.

 

 

Serepeyv