Sibat 16, 2026 18:02 Asia/Tehran
  • Tirkiye bi wêrankirina jîngehê li bakurê Iraqê toreke rêyên stratejîk ava dike

Çavkaniyek ewlehiyê li parêzgeha Dihokê ragihand ku Tirkiye teqemeniya TNT jibo qelaştin û hilweşandina çiya û zinaran bi merema avakirina rêyên stratejîk ji hêzên xwe re li parêzgehên bakurê Iraqê bi kar tîne.

Vê çavkaniya ewlehiyê li Dihokê got ku vê dawiyê teqînên giran ku navçeya Dêrelokê hejandin qewimîn, ji ber ku Tirkîye teqemeniya TNT ji bo hêzên xwe li herêmên bakurê Iraqê bi kar tine. Wî got ku ev yek nîşan dide Tirkiye tevî ragihandina bêçekkirina PKKê, dixweze ku ji bo demek nediyar li bakurê Iraqê bimîne û paşde venekişe.

Vê Çavkaniya ewlehiyê li Dihokê, di dewamê de tevî amajeya bi hebûna agahiyên derheq avakirina baregehên leşkerî yên dayîmî ji bo hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê, got: Ev karên kolonyalîstî bi armanca avakirina toreke rêyan ku di bin kontrola Tirkiyê de bin, tên kirin.

 

Serepeyv