Li Dîyarbekrê pirranîya jinan qet neçûne dibistanê
Sibat 15, 2026 17:31 Asia/Tehran
Yekitîya Şaredarîyên Başûr- Rojhilata Anadoliyê di raporekê da ragihand ku pirranîya jinan li Dîyarbekrê qet neçûne dibistanê u nexwende ne.
Yekitîya Şaredarîyên Başûr- Rojhilata Anadoliyê di raporekê da têkildarî encama lêkolîna xwe ya li 3 herêmên Dîyarbekrê ragihand ku pirranîya jinên vê navçeyê nexwende ne û bi pirsgirêkên fenanî bêkarbûn, nebûna derhata serbixwe, deyndarî û zehmetîya di warê dabînkirina hewcetîyên berayî da rûbirû ne û pirrnîya wan jî di bin xeta hejarîyê da dijîn.
Li gorî vê raporê, hejmareke zêde ya jinan li Dîyarbekrê gotine ku nikarin hewcetîyên xwe yên bingehîn dabîn bikin, di dayîna fatûreyan da tûşî pirsgirêkê dibin û jibo dabînkirina xercên xwendina zarokan tûşî zehmetîyan dibin.