Îdiya serokê parlimana Tirkiyê: Yasayeke nû di rê de ye
Sibat 13, 2026 12:47 Asia/Tehran
Serokê parlimana Tirkiyê ragihand rapora Komîsyona Aştiyê ya derbarê pêvajoya aştiyê de hatiye temamkirin.
Numan Kortolmoş got: Tê pêşbînîkirin meha bê yasayeke taybet ji bo girtiyan li Tirkiyê û vegera hêzên PKK`ê ji çiya were derxistin.
Kurtulmuş wekî serokê komîsyona Aşityê aşkere kir şêweyê dawî yê raporê hatiye amadekirin û ji bo hemû nûnerên partiyên di nav komîsyonê de hatiye şandin, da ku di rûniştineke nêz de deng li ser were dayîn. Bi dengdana li ser vê raporê, erkê komîsyonê yê fermî bi dawî dibe û paşê dê yasayeke demkî ji bo girtîyan û endamên PKK`ê were raber kirin.