Li Tirkiyê sînorê hejariyê 100 hezar Lîre derbas kir
Sibat 13, 2026 13:47 Asia/Tehran
Li Tirkiyê qeyrana aborî barê welatiyan girantir dike; sînorê hejariyê di meha yekem a sala 2026`an de dîwarekî 100 hezar Lîreyî derbas kir.
Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îş ê li Tirkiyê de ragihand Kanûna Paşîn a 2026`an li Tirkiyê sînorê birçîbûnê derketiye 31 hezar û 296 Lîreyan û sînorê hejariyê jî bûye 102 hezar û 812 Lîreyan.
Li gorî daneyên herî dawî yên Sendîkaya Metal-Îşê, miaşê herîkêm li Tirkiyê ku bi hezaran kes pê debara xwe dikin, êdî têra dabînkirina xwarina mehane ya malbatekê jî nake.Ev di demekê de ye ku li Tirkiyê miaşê herîkêm 28 hezar û 75 lîre ye.