Koçberiya bê dawî ya kurdên Tirkiyê, valabûna gundên kurdnişîn ên Konyayê
Sibat 16, 2026 17:11 Asia/Tehran
Koçberbûna berfireh a kurdên bajarê Koloyê ser bi parêzgeha Konyayê bo Ewropayê, bûye sedema valakirina piraniya gundên vê herêmê.
Koçberbûna kurdên bajarê Koloyê li parêzgeha Konyayê bo welatên ewropî hîn didome, koçberiya ku di destpêkê de bi hegerên aborî destpê kir lê hêdî hêdî sedemên siyasî jî lê zêde bûn. Di encamê de piraniya gundên kurdnişîn ên vê devera Tirkiyê tam hatine valakirin. Gundên ku çend deh salan berî niha bi koçberkirina bi darê zorê ya kurdan li derdora bajarê Koloyê hatibûn avakirin îro jî di bin barê zexta hejarî û xizanyê û encamên tepesekirinê de kito kito vala dibin, ciwan diçin û bere bere kal û pîr jî koçber dibin an jî emrê xwedê dikin û bi tenê malên bêdeng û paceyên girtî mane.