Rêberê bilindqedir ê Şoreşê: Ji keştiyên cengê xeternaktir çekek e ku wan nuqumî binê avê dike
Rêberê bilindqedir ê Şoreşa Îslamî îro bal kişand ser helwest û gefên vê dawiyê yên Amerîkayê û tekez kir ku rayedarên Amerîkayê tevî ku îdia dikin ew xwediyê artêşa herî bihêz a cîhanê ne, bi xwe jî dizanin ku ew nikarin van gefan cih bînin û heke her cure şaştiyê bikin renge şepîlaxekek wisa qahîm bixwen ku nekaribin ji cihê xwe rabin.
Rêberê bilindqedir ê Şoreşa Îslamî di hevdîtina tev bi hezaran kes ji xelkê Tewrêzê û Azerbaycana Rojhilat de bal kişand ser şandina keştiyên cengê û şantaja medyayên Amerîkayê û Rejîma Sîyonîst li dijî Îranê û got: Keştiya şêrr amûreke xeternak e lê ji wê xeternaktir çekek e ku dikare heman keştiyê nuqumî binê behrê bike. Rêberê qedirgiran ê Şoreşê bal kişand ser wê yekê ku Amerîka bi pirsgirêkên kûr ên siyasî, aborî û kêmbûna pêbaweriya navneteweyî re rûbirû ye u ev rewşa nîşana lawazbûn û daketina asta hejemoniya vî welatî zanî û got: Pirsgirêka Amerîkayê ev e ku dixwaze Îranê bixe di bin kontrola xwe de lê gelê Îranê û Komara Îslamî nehiştin ew bighîje armanca xwe.
HZ. Ayetullah Xamineyî destwerdana Amerîkayê di mijarên berevanî û navokî yên Îranê de mînaka bêaqiltîya rayedarên vî welatî zanî û tekez kir: Hebûna çekên bergiriyê ji bo her gelî pêwîstiyek e û tu welatek bêyî amûrên berevaniyê nikare li hember dijminên xwe bisekine. Wî her wiha bal kişand ser mafê rewa yê gelê Îranê yê hebûna pîşesaziya navokî ya aştiyane û destwerdana Amerîkayê di vî warî de red kir û got: Eva ku aliyê amerîkî pêştir encamên muzakireyan kivş bike û bêje ku nabe Îranê enerjiya navokî hebe, reftareke şaş e û ehmeqtîyek e.
HZ. Ayetullah Xamineyî bal kişan ser mukirhatina serokkomarê Amerîkayê derheq nekarabûna vî welatî di warê ji holê rakirina Komara Îslamî tevî derbasbûna 47 salan ji Şoreşa Islamî u tekez kir: Eva mukirhatinek e baş e. Helbet ez dibêjim ku tu dê nekaribî vî karî bikî.
Rêberê bilindqedir ê Şoreşê bi şirovekirina berûlayên bûyerên Çilleyê li welêt u ew wek hereketeke plankirî û şibê darbeyekê wesif kir ku bi rênimûniya servîsên îstîxbaratê yên Amerîkayê û Siyonîstan hatibû dîzaynkirin ku bi berxwedana hêzên Asayiş u Berevanê Ewlehîya Hundurê Bajêran, Besîc, Sipah û piştgiriya gel bêencam ma.
Wî derbarê qurbaniyên van bûyeran de jî tekez kir: Ji bilî serkirde û endamên sereke yên fitneyê hemî qurbanî ji wan Hêzên Berevanê Ewlehiyê, welatîyên bêguneh û heta ew kesên ku ji ber sadetiya xwe yan hêrsbûnê tevlî ajawegêran bûn ewladê me ne û em jibo wan giştan tazîdar in.