Tuncer Bakirhan: Êrişa Tirkîyê ser Şingalê dê derba herî mezin li Demajoya Aştîyê bixwe
Hevserokê Partîya Beranberî u Demokirasîyê ya Gelan (DEM Partî) hişyarî da ku êrişeke intimalî ya Tirkîyê ser Şingalê, nemaze piştî axavtinên Hakan Fîdan, dikare demajoya aştîyê û siberoja 86 milyon welatîyên tirkîyeyî bixe ber xeterê.
Tuncer Bakirhan pêgirî kir ku dewsa gefxwarin u sîyaseta emnî himber herêmên kurdnişîn ên Irqê, divê rêya gotûbêj û yekitîyên sîyasî were bijartin. Wî xwest ku peywendîyên digel kurdan ji nû ve bên pênasekirin u darêştin û çarçoveke demokiratîk ya herêmî were destnîşankirin u rêvebirên partîyan jibo çareserkirina meseleya kurdan bicivin. Wî herwiha pêgirî ser pêwîstîya dîyarkirina çarenûsa Ebdullah Oclan a ji hêla hiqûqî va kir û got ku bêyî garantîyên qanûnî, aştîya mayinde nepêkan e.
Hevserokê DEM Partîyê herwiha got ku em dê ser rêçareya sîyasî, bihevrejîyan u gotûbêjê bimînin, heta heke gêre pêk bên û biryarên pirrbnerdêl bên dayîn. Wî amajeyî qeyraan giran a aborî jî kir u got ku pirranîya xelkê bi bihabûn, deyn u zexta giran a debarê ra rûbirû ne û sîyasetên hikûmetê rewş xirabtir kirîye.