Zaxarova: Welatên rojavayî naxwazin Ûrsêt u Ukrayn lihev bên
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê ragihand ku welatên rojavayî naxwazin ku di navbera Ûrsêt u Ukraynê da aştî pêk were.
Marîya Zaxarovayê got: Ûrsêtê bi caran selimandîye ku xwazyarê aştîyê ye, lê alîyê beranber bi caran u bi hecetên curbicur ragihandîye ku pêwîstî bi muzakirê tineye.
Wê herwiha got: Welatên rojavayî hemî hewla xwe didin di navbera Ûrsêt u Ukraynê da aştî pêk neyê. Eva di halekî da ye ku Viladimîr Mêdînskî Serokê Desteya Muzakirekr a Ûrsêtê li Jênêvê got: Muzakire zehmet lê bi awayekî pirofişinel bûn. Gerra bê ya muzakireyan dê bi zûtirkê were lidarxistin. Gerra sêyem a muzakireyên aştîya Ukraynê bi awayekî sêalî bi amadebûna wekîlên Ûrsêt, Ukrayn u Amerîakyê di rojên sêşem u çarşemê da li Jênêv paytexta Siwîsê hat lidarxistin.