Îslamî: Ti welatek nikare Îranê ji mafê zengînkirina navokî bêpar bike
Sibat 19, 2026 17:03 Asia/Tehran
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê got: Çi karê ku em di pêvajoya navokî de bixwazin bikin, em hewcedarî ardûya navokî ne û ev ardû ji bo me pir girîng e û ti welatek nikare Îranê ji mafê zengînkirina navokî bêpar bike.
Mihemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê, got: Îro Ewropiyan çalakiyên xwe yên navokî zêde kirine û Trump ferman daye ku santralên Amerîkayê çar qat bên zêdekirin. Xwezayî ye ku Îran jî bernameya xwe ya navokî li gorî qanûnên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya Atomî(IAEA) dimeşîne. Wî zêde kir: Armanca welatên cîhanê ji bo sala 2050'an ew e ku karbon sifir be, ango sedî 22 ji enerjîya wan dê bi riya navokî bê dabînkirin û em bi biryar in ku li gorî rêziknameyên Ajansê di vê rêyê de pêşda herin.