Sibat 19, 2026 16:03 Asia/Tehran
  • Lavrov: Maceraheziya dijî Îranê lîstina bi êgir re ye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê got: Her macerahezî yan êrîşek ser Îranê lîstina bi êgir re ye û welatên herêmê li dijî vê yekê ne, ji ber ku ew dê dûhatên neyînî ji bo herêmê bîne.

Sergêy Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê, ragihand ku Îranê hertim pabendbûna xwe bi peymana Belavnekirina Çekên Navokî(NPT) îlan kiriye û Têl Avîv û Waşîngton bûn ku bi êrîşa ser saziyên navokî yên Îranê, gavek xeternak avêtin. 

Wî got: Her êrîşeka muhtemel gavek pir xeternak e ku wê Îranê ber bi avêtina gavên taybet ji bo parastina madeyên xwe yên navokî ve bibe. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê herwiha amajeyî pabendnebûna ewropiyan bi peymana Lihevkirina Navokî re kir û got: Ne ecêb e ku rayedarên Îranê piştî van pabendnebûnan êdî baweriya wan bi ewropiyan re nemaye.

Serepeyv