13 kes bi tawana endametiya li PKK`ê hatin girtin
Di halekî de ku gotûbêjên Pêvajoya Aştiyê li Tirkiyê didomin, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasiyonekê de 13 kes bi tawana endametiya li PKK`ê li Stenbolê girtin.
Li gora medyayên Tirkiyê di hakekî da ku Pêvajoya Aşitî û Demokrasiyê li Tirkiyê berdewam e û PKK`ê xwe hilweşandiye, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi êrişa ser malên 13 welatiyên Stenbolê, ev girtin û îşkence kirin û bi tawana endametiya li PKK`ê ew xistin ber lêpirsînê û girtin.
Îshaq Demîrel, serokê baska Stenbolê ya Civata Mafzanên ji bo Azadiyê(OHD) ku parêzrê hinek ji wan girtiyan e, ji bilî rexneya ji girtinên vê dawiyê yên li Tirkiyê ragihand, ev buyer hewldanek ji bo tawanbarkirina çalakên berevanê mafên mirovan li Tirkiyê, zextanîna li ser Kurdên Tirkiyê û di dawiyê de astengîderxistina aşkera ya di pêvajoya Aşitî û Demokrasiyê li Tirkiyê ne.