Fuad Hisên derbara macerahzîya Amerîkayê dijî Îranê de hişyarî da
Sibat 20, 2026 17:51 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê derbara dûhatên macerahezîya Amerîakyê dijî Îranê de hişyarî da û ragihand ku her şerekî ihtimalî li herêmê dê bibe sedema karesateke herêmî u cîhanî.
Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve yê Iraqê tevî hişyarîdayîna derbara macerahzîya Amerîkayê dijî Îranê da, pêgirî kir heke şerek li navçeyê bi rê bikeve, bê guman yê dûhatên nerênî jibo navçeyê û cîhanê bîne.
Wî bal kişand ser vê yekê ku her cure macerahezîya Amerîkayê dijî Îranê yê bibe sedema sekinandina hinardekirina nêzî 3 milyon bermîl nift di rojê da û di encamê da bibe sedema pirsgirêkên aborî jibo Iraqê û welatên herêmê, ji hemî alîyan xwest ku jibo girtina pêşîya kaşkiirna navçeyê nav şerekî da, bi awayekî ciddî hewil bidin.