Sibat 19, 2026 13:03 Asia/Tehran
  •  Hejmarek ji endamên DAIŞ`ê li Iraqê hatin girtin

Di encama operasiyoneka hevpar a artêşê, hêzên ewlehiyê û Heşda Şeibî ya Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê de, hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê girtin.

Medyayên iraqî behsa operasiyona hevpar a artêş, hêzên ewlehiyê û Heşdi Şeibî yên Iraqê û Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê dijî koma terorîst a DAIŞ`ê û girtina hejmarek ji terorîstan kirin.

Li gorî rapora medyayên iraqî di encama çend operasiyonên hevpar derdora Helebce, Seyîd Sadiq, Pêncwîn, Germiyan û Diyalê de 10 terorîstê DAIŞ`ê hatin girtin. Di encama vê operasiyona hevpar hevpar de herwiha demanceyek, du narincok, madeyên teqandinê û kemberekî xweteqandinê û hin çekên din hatin zevfkirin.

 

 

Serepeyv