Serederîya xirab a himber hêsîrên filistînî di zindanên siyonîstan de
Sibat 17, 2026 12:54 Asia/Tehran
Pêvajoya bedreftariyê û zexta sîstematîk li dijî girtiyên Filistînî di zindanên Rejîma Siyonîst de gurrtir bûye û êriş û tedbîrên cezakirinê hîna didomin.
Dezgeha Şopandina Rewşa Hêsîrên Filistînî ragihand: Bi sedan şehedî u belge derbarê lêdan û heqareta di dema serkutkeriya di nav zindanana de hatine tomarkirin. Hêsîr neçar in jibo demeke dirêj ser û rûyên xwe ser erdê ragirin û di dema êrişa ser hucreyên zindanê de kûçikên polîsan û narincokên dengbelavker jibo tirsandin u xofê bi kar tînin. Ev sazîya tekez dike ku vîdyoyên hatine weşandin tenê beşek biçûk ji rastiya di hundirê zindanan de nîşan didin û asta sûckariyan pir zêdetir e.